Serdana Pûtîn a Tirkiyeyê hat taloqkirin

08 February 2024 11:00 0 dîtin
Serdana Pûtîn a Tirkiyeyê hat taloqkirin

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku serdana Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a 12ê Sibatê ya Tirkiyeyê hat taloqkirin.

Di nûçeya xwe ya li ser medyaya Rûsî de, Reutersê ragihand ku ew serdan di dawiya meha Nîsanê yan jî di destpêka Gulanê de hatibû plankirin.

Beriya niha hatibû diyarkirin ku serdan wê di 12ê Nîsanê de pêk were. Heger Pûtîn were Tirkiyeyê, ji destpêka şerê Ûkraynayê heta niha cara ewil lingê xwe davêje welatekî endamê NATOyê.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku ev serdan wê hem di warê gotûbêjkirina mijarên dualî hem jî di warê herêmî de girîng be.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di daxuyaniya xwe ya li Vallettaya paytexta Maltayê de ragihand, Erdogan û hevtayê wî yê Rûsyayê Pûtîn wê li Enqereyê şerê Ukraynayê û Înîsiyatîfa Genimê Deryaya Reş gotûbêj bikin.