Li Sûna Pûtîn, Lavrov serdana Tirkiyeyê dike!..
PeyamaKurd – Ev demeke ku hikûmeta Tirkiyeyê hewl dide Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn beriya hilbijartinên 14ê Gulanê di çarçoveya vekirina santrala enerjiya nukleerî Akkuyî de serdana Tirkiyeyê bike ku heta niha aliyê Rûsî biryara serdana Pûtîn nedaye.
Hatiye ragihandin ku hatina Pûtîn a bo Tirkiyeyê hîn nediyar e, lê wê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, di nav meha Nîsanê de, di navbera rojên 6-7ê Nîsanê de serdana Tirkiyeyê bike.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyeyê wê Lavrov di serdanê de, li ser mijarên dualî yên bazirganî û enerjiyê hevdîtinan bike.
Herwiha Wezareta Derve ya Tirkiyê daye xuyakirin ku wê di serdanê de mijarên Sûriye, Ukrayna û Qerebaxê jî werin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin