Serdana Lavrov a Tirkiyeyê: Serê Ukraynayê di rojevê de ye
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov berî serdana xwe ya Tehranê wê biçe Enqereyê û bi hevtayê xwe yê Tirkiyê Hakan Fîdan re li ser şerê Rûsya û Ukrayna gotûbêj bike.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Lavrov wê roja Duşemê (sibe) 24ê Sibata 2025ê serdana Enqerê bike. Serdana Lavrov a Enqereyê hevdem e bi salvegera sêyemîn a dagirkirina Ukraynayê.
Li gorî nûçeyên çapameniyê, di hevdîtina Fîdan û hevtayê xwe yê Rûs de wê mijarên hevkariyên dualî bi taybetî bazirganî, enerjî û geştiyariyê bi berfirehî bên gotûbêjkirin.
Di hevdîtinê de wê li ser bidawîkirina şerê li Ukraynayê bi aştiyeke adil û mayînde bi hewlên dîplomatîk, bîr û rayên xwe bên guftûgokirin, têkiliyên dawî yên di navbera Amerîka û Rûsyayê de û alîkariyên ku Tirkiye dikare di pêvajoyê de bike wê were nirxandin û dê were destnîşankirin ku Tirkiye ku di Adara 2022an de mazûvaniya danûstandinên rasterast di navbera Rûsya û Ukraynayê de bû, amade ye di rojên pêş de vê rola xwe bigire ser milê xwe.
Di dema ku Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû dibe ku ew bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re li Erebîstana Siûdî bicive û planên bidawîkirina şer gotûbêj bike, Tirkiye jî diyar kir ku ew dikare mazûvaniya civîneke wiha bike.
Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy roja Sêşema borî li Enqerê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kiribû. Serdana Zelensky di heman rojê de hat ku Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio û hevtayê wî yê Rûsî Lavrov yekem hevdîtina rûbirû li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê pêk anîn.
Lavrov û Fîdan herî dawî di 20ê Sibatê de di çarçoveya Civîna Wezîrên Karên Derve yên G20ê de li bajarê Johannesburg ê Afrîkaya Başûr hatibûn cem hev. Lavrov ku herî dawî di meha cotmehê de çûbû Tirkiyeyê, tê payîn ku piştî hevdîtinên xwe yên li Enqereyê biçe Îranê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin