Lavrov: Em hemû dixwazin serê bi Ukraynayê re bi dawî bibe

02 February 2023 14:12 0 dîtin
Lavrov: Em hemû dixwazin serê bi Ukraynayê re bi dawî bibe

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov got: "Em hemû dixwazin şerê bi Ukraynayê re bi dawî bibe, lê dem ne faktora sereke ye."

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov pirsên Midûrê Giştî yê Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Rossiya Segodnya Dmitriy Kiselev ên derbarê rojevê de bersivand.

Lavrov li ser mueyîdeyên leşkerî yên Rojava yên li ser Ukraynayê û biryara hikumeta Alman a ji bo şandina tankên Leopard 2 yên ku xwe çêkirine nirxand û got: “Tevî ku serokwezîrê Almanya Olaf Scholz gotibû ku ew ê balafirên şer neşîne Ukraynayê, lê ew bi guhertina fikra xwe tê naskirin.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê da zanîn: "Em hemû dixwazin dawî li şerê bi Ukraynayê re were, lê dem ne faktora sereke ye."

Lavrov got: "Tu kes hewil nade Kîevê razî bike da ku vegere danûstandinên bi Moskowê re û (Serokê Ukraynayê Volodymyr) Zelensky bi xwe, xwe kesayetek serbixwe nabîne, ji ber ku ew berdewam tê manîpulekirin."

Têkildarî operasyona leşkerî ya li Ukraynayê, 'Dê kengê ev hemû bi dawî bibin? Lavrov got, "Erkê leşkeran ew e ku karê xwe bike, wendahiyan kêm bike û nefikire ka wê çi û kengî biqede."

Sergey Lavrov da zanîn: “Armanca Rûsyayê ev e Hêzên Ukraynayê bixwe, paşde vegerînin dûriyek ku ji bo xaka wan ewle be. Ji ber ku çekên ku ji aliyê Rojava ve ji rejîma Kyiv re dihat şandin zêde bû. Dûrahiya ku em ê van çekan ji axa Rûsyayê paşve bixin jî dê zêde bibe.”