Lavrov: Kesên dixwazin li Rojhilata Navîn serê herêmî ges û fireh bikin hene

09 September 2024 20:35 0 dîtin
Lavrov: Kesên dixwazin li Rojhilata Navîn serê herêmî ges û fireh bikin hene

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Erebistana Saûdiyê, li payîtext Riyadê, piştî civîna Konseya Hevkariya bi Welatên Ereb ya Rûsya- Kendavê re, pirsên rojnamevanan bersivand. Lavrov got:

“Li Rojhilata Navîn hinek dixwazin şer geş û fireh bikin. Pêwiste bi vê armancê re têkoşîn bêkirin. Di civînê de li ser rewşa li ser axa Fîlîstînê em rawestiyan. Em, di xebata bi dawîanîna li şiddetê, çareseriya pirsgirêkên mirovî, pêwistiya di çarçova bireyarên NY de, avakirina dewleta Fîlîstînê de hemfikrin.”

Lavrov li ser tewrê DYAyê yê li ser Rojhilata Navîn got ku Washington li Rojhilata Navîn di her pêvajoyê de dixwaze desthilata xwe biparêze û çend car hat dîtin ku bi ser neket. Li ser mijara teklîfên Qatar û Misrê yên li ser Şerîda Xezzayê, Lavrov got:

“Dema her dû welat teklîfekî maqûl dikin, li ser peymana ewilî li hev dikin. Paşî îsraîl şertên îlawe datîne pêşiya wan. Ev ciyê daxêye. Divê ev trajedi bisekine û agirbes bibe. Krîza li ser axa Fîlîstînê heya sînorê Lubnan-Îsraîlê, Yemen û Derya Sor bandirê kir. Hene dixwazin şerê herêmî bibe û geş dikin. Divê li hember têkoşîn bêdayîn. Divê di navbera Fîlîstîniyan de yekîtî bibe, Hamas û Fetîh dev ji munaqeşeyan berdin.”

Lavrov, li ser mijara hevdîtinên aştiyê yên navbera Rûsya û Ûkraynayê got ku di muzakereyan de guhertina axê nabe û ne tiştekî ji dile lê pirsgirêk ne axe, pirsgirêk mafê mirovaye ku tê binpêkirin, Rojava di mijara Ûkrayna de naxwaze bi duristî li hev were.