Qeys Seîd: Dixwazin Rojhilata Navîn car din parçe bikin

15 October 2023 23:00 0 dîtin
Qeys Seîd: Dixwazin Rojhilata Navîn car din parçe bikin

PeyamaKurd- Serokomarê Tûnisê Qeys Seîd, di derbarê êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de axivî. Seîd diyar kir ku ew bi Filistînê re di nav hevgirtinê de ne û ji bo Filistîneke serbixwe, ew ê xebatên xwe berdewam bikin.

Qeys Seîd, di beşdariya çalakiya ku bi helkefta 60emîn salvegera derketina leşkerên Fransayê ya ji welêt a li eyaleta Binzertê hat lidarxistin bû û di axaftina merasîmê de peyama piştgiriyê da Filistînê.

Seîd, di axaftina xwe ya zindî ya ku di televizyona dewletê ya Tûnisê hat weşandin de wiha got:

"Em ê her roj ji bo kesên ku gelê Filistînê qetil kir ji welêt bên derxistin û ji bo serxwebûna Filistînê bixebitin. Cîhana ku wekî şaristaniyê tê binavkirin, qanûnên mirovahiyê ava kiriye, lê belê ew van qanûnan ji bo Filistîniyan guncav nabînin.

Dixwazin Rojhilata Navîn careke din parçe bikin. Mafên rewa yên gelê Filistînê ku berxwedana bi qehremanî tu carî wenda nabe. Hevgirtin û piştgiriya me ya bi Filistînê re dê berdewam be.”