Lavrov: Rojhilata Navîn li ber serekî mezin e
PeyamaKurd – Lavrov got ku Rojhilata Navîn dîsa li ber şerekî mezin e ku hin kes pir dixwazin.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîna îro ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya li bajarê New Yorkê yê DYAyê de axivî û diyar kir ku Rojhilata Navîn dîsa li ber şerekî mezin e ku hin kes bi rastî jî dixwazin.
Lavrov diyar kir ku spiralên tundiyê êdî ji nakokiyên Erebî-Îsraîlî derbas bûye û diyar kir ku beriya ku rewş bi temamî ji kontrolê derkeve divê ev şer bê rawestandin.
Lavrov amaje bi wê yekê kir ku rawestandina piştevaniya Amerîka bo Îsraîlê wê aloziya li Rojhilata Navîn bi lez û bez biqedîne û got: “Ez jî ji nûnerên Amerîkayê re dibêjim: Hilbijartina we ye. An hûn berdewam bin li ser astengkirina karê Encûmena Ewlekariyê ji bo rawestandina aloziyê, an jî hûn daxwaza aştiyê û rawestandina şer bikin bi alîgiriya civaka navdewletî. Bêyî piştgiriya we ya tam ji bo Îsraîlê, şer dikare bi lez û bez bi dawî bibe."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin