Ehmedî Nejad hisyariya serekî mezin li Rojhilata Navîn da Hesen Rûhanî

06 January 2021 20:37 0 dîtin
Ehmedî Nejad hisyariya serekî mezin li Rojhilata Navîn da Hesen Rûhanî

PeyamaKurd - Serokomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedî Nejad, hişyariya rûdana şerekîwêranker li Rojhilata Navîn da û ji Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî xwest, ji bo şer pêk neyê hemû hewldanan bide.

Serokomarê berê yê Îranê ji sal 2005an heta 2013yan li ser kar bû di peyama xwe ya ji bo serokomarê niha Hesen Ruhanî de dibêje, pêşketin û helwestên niha îşaretin ji bo plandanîna şerekî wêranker li Rojhilata Navîn.

Mehmûd Ehmedî Nejad got ku pêwîste hemû berpirs berê xwe bidin wî şerî û pêngavên bilez û pêwîst bavêjin û daxwaz li Hesen Ruhanî kir, hemû hewldanan bide ji bo şer pêk neyê li Rojhilata Navîn.

Serokomarê berê yê Îranê herwiha diyar kir, gelên Rojhilata Navîn dê spasdarê wan berpirs û kesayetan be ku navçeyê ji şer dûr dixin.