Lavrov: Rûsya li Ukraynayê serê bidawîkirina hegemonyaya Amerîkayê dike

11 April 2022 20:45 0 dîtin
Lavrov: Rûsya li Ukraynayê serê bidawîkirina hegemonyaya Amerîkayê dike

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, di televizyona Rossiya-24 a rûsî de derbarê şerê ku dijî Ukraynayê dane destpêkirin de nirxandin kirin.

Lavrov eşkere kir, ew ‘operasyona taybet’ ji bo bidawîkirina hegemonya û bandora Amerîka û welatên rojava ya li ser Ukraynayê daye destpêkirin û didomînin.

Lavrov herwiha li ser hevdîtinên ligel şanda Ukraynayê jî da xuyakirin ku Vladimîr Pûtîn gelek caran tercîha xwe ya bo muzakereyan aniye ziman û got: "Heger aliyê Ukrayna her car 180 derece li sozên xwe vegere, ti sedemekê bo berdewamkirina hevdîtinan nabînim.”

Wezîrê Rûsî komkujiya sivîlan a li Buçayê jî red kir û diyar kir, wê provokasyonên li Ukraynayê bêne kirin û wan vîdyoyên li ser kronolojiya bûyerên Bûçayê pêşkeş kirine.