Rûsyayê 10 hezar penaber sandin serê Ukraynayê, 30 hezarên din jî amade dike!

28 June 2024 18:45 0 dîtin
Rûsyayê 10 hezar penaber sandin serê Ukraynayê, 30 hezarên din jî amade dike!

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Rûsyayê heta niha 10 hezar koçberên biyanî yên hemwelatîbûn daye wan, şandiye şerê Ukraynayê ji bo şer bikin.

Li gorî nûçeya Înterfaxê Serokê Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê Alexander Bastrykin gotiye, penaberên ku bûne hemwelatiyên Rûsyayê divê xwe ji bo artêşê qeyd bikin û tevlî şer bibin.

Bastrykin herwiha ragihandiye ku nêzî 10 hezar kes berê ji bo eniya şerên li Ukraynayê hatine şandin daku şer bikin.

Alexsander Bastrykin diyar kiriye, 30 hezar kesên ku hemwelatîbûna Rûsî wergirtine û navê xwe ji bo artêşê tomar nekirine jî hatine girtin û bi zorê hatine leşkerkirin.

Li aliyê tê li gorî medya rûsî, wê Koreya Bakur ji bo ji nû ve avakirina binesaziya Rûsyayê endezyar û personelên leşkerî bişîne herêma Donetsk Oblast a Ukraynayê.

Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy jî hevdem daye xuyakirin, Ukrayna naxwaze şer bi salan berdewam bike û gotiye, “Me di civîna aştiyê de bang li hemû lîderan kir ku werin cem hev. Pir zehmet bû ku ji parzemînên cuda gelek welat li cihekî kom bibin.”