Rûsyayê 87 hezar lesker bi seferberiyê sandin Ukraynayê

01 November 2022 22:03 0 dîtin
Rûsyayê 87 hezar lesker bi seferberiyê sandin Ukraynayê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rûsyayê 87 hezar leşkerên ku bi yasaya seferberiya qismî bang kiribûn, şandine şerê Ukraynayê.

Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu, di civîneke ligel rayedarên leşkerî de, eşkere kiriye ku seferberiya qismî bang li 300 hezar welatiyên rûsî bo leşkerîyê hatibû kirin temam bûye û ji wan 87 hezar leşker piştî perwerdeya destpêkî bo deverên şer hatine şandin.

Herwiha Şoygu aniye ziman ku wê bangî 120 hezar leşkerên din bikin, lê wan naşînin herêmên şer û pevçûnan.

Wezîrê Rûsî bal kişandiye ser ku ew êrîşên dijî binesaziya Ukraynayê jî berdewam dikin ku şiyana leşkerî ya Ukraynayê pê hatiye kêmkirin.