Stoltenberg: Rûsyayê bi sedan balafir, bi hezaran tank û zêdetirî 300 hezar lesker ji dest dan
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, piştî civîna wezîrên derve yên endamên NATOyê li Brukselê civîneke rojnamevanî li dar xist.
Stoltenberg ragihand ku wan di civîna du rojan de, ji Ukrayna, Çin û Balkanan heta gelek mijarên din gotûbêj kirine.
Stoltenberg, li ser şerê berdewam ê Ukraynayê ku piştî êrîşên dagirkeriya Rûsyayê dest pê kiriye got, heta niha artêşa Ukraynayê ji sedî 50yê axa ji dest da bû paşde standiye.
Herwiha Stoltenberg diyar kir, Rûsyayê di vî şerî de heta niha bi sedan balafir, bi hezaran tank û zêdetirî 300 hezar leşkerên xwe ji dest dane û windahiyeke mezin a aborî li ser Rûsyayê çêbûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin