Balafira bombardimana stratejîk ya Rûsyayê ket: 1 kes mir
PeyamaKurd – Li Rûsyayê li herêma Sîbîryayê li devera Irkutskê, li gundê Buretê, balafira bombardimana stratejîk ya Rûsyayê ya tîpa Tu-22M3 ket û 1 kesê ji muretebatê mir. Balafir di wexta fira xwe ya normal de bi sedema ariza teknîkî ket. Lê rastiya sedema ketinê arizaye an tişteka dinê ye baş nehat zanîn.
Di balafirê de 4 muretebat hebûn. Zerar negihaye jîngeha ku balafir lê ketiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin