Balafira Rûsyayê seha hewayî ya Polonyayê îhlal kir

11 February 2025 23:26 0 dîtin
Balafira Rûsyayê seha hewayî ya Polonyayê îhlal kir

PeyamaKurd – Hêzên hewayî yên Polonyayê ragihand ku balafirekî Rûsyayê ya tîpa Su-24MR ku balafira keşfêye, ketiye seha hewayî ya Polonyayê û sehayê îhlal kiriye. Balafir piştî 6,5 km ketiye nav seha polonyayê, berê xwe guhertiye û terka sehayê kiriye.

Di daxwuyaniya fermandariya hêzên hewayî ya Polonyayê de hat gotin ku balafira Rûsyayê ji balafirgeha Kaliningradê seet di 14.09an de, bi wexta Polonyayê, di ser seha deryayê ya Polonyayê de ketiye hundir.

Li ser mudaxeleyan zabitê Polonyayê ku balafir ketibû ber radara Polonyayê, berê xwe guhertiye û terka sehayê kiriye. Polonya got:

“Berpirsê kontrola hewayî yê Polonyayê bi pîlotê balafira Rûs re têkilî daniye, Rûsya îhlalê qebûl kiriye û ragihandiye ku ji ber xerabûna sîstema navîgosyonê ya balafirê, balafir bi şaşî ketiye seha Polonyayê.”

Balafira Rûsyayê li dora 1 deqe û 12 saniye di seha Polonyayê de maye û paşî terka sehayê kiriye.