Îsweç: Balafira Rûsyayê seha Îsweçê ya hewayî îhlal kir
PeyamaKurd – Artêşa Îsweçê bi awayekî nivîskî ragihand ku balafira Rûsyayê li devera Blekingeyê seha hewayî ya Îsweçê îhlal kiriye. Di daxwuyaniyê de hat ragihandin ku balafir paşî terka sînorê seha hewayî kiriye û fira balafirê bi temamê pêvajoya xwe ve hatiye wênekirin.
Di 2 yê adarê de jî Îsweçê ragihandibû ku 4 balafirên Rûsyayê di ser girava Gotlandê de firiyane û seha wan îhlal kirine.
Ji destpêka şerê Rûsya û Ûkraynayê heya niha ev du care ku Rûsya Îsweç û Norweçê tehdîd dike da nebin endamên NATO yê û niha seha hewayî îhlal dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin