Helîkopterên Belarûsê seha hewayî ya Polonyayê îhlal kirin

02 August 2023 00:45 0 dîtin
Helîkopterên Belarûsê seha hewayî ya Polonyayê îhlal kirin

PeyamaKurd – 2 helîkopterên Belarûsê ku fira perwerdê dikirin seha hewayî ya Polonyayê îhlal kirin. Wezareta bergiriyê ya Polonyayê mijarê ji NATO yê re ragihand û wezareta karên derve ya Polonyayê bangî maslahatguzarê Belarûsê kir da here wezaretê.

Wezareta bergiriyê ya Polonyayê ragihand ku fermandarên Polonyayê lêkolînê kirine û 2 helîkopterên Belarûsê li Voyvoda Podlaskie, li devera Bialowieza ketine seha hewayî ya Polonyayê û sehayê îhlal kirine. Ji ber helîkopter nizim firiyane, radar nikaribiye tesbîta wan bike û mijarê gihandine NATOyê.

Di wexta ku helikopter seha hewayî ya Polonyayê îhlal kirine, hemwelatî wêneyên helîkopteran kişandine.