Rûsya: “Me 46 IHAyan yên Ûkraynayê di seha hewayî ya Rûsya de îmha kir”
PeyamaKurd – Wezareta bergiriya Rûsyayê ragihand ku 46 SİHAyên Ûkraynayê yên di seha hewayî ya Rûsyayê de digeriyan, îmha kirine. Wezaretê got ku dronên an ku SİHAyên Ûkraynayê bi şev xwestine di seha hewayî de êrîşê ser axa Rûsyayê bikin.
Wezaretê got ku ji wan 18 heban li seha Bryanskê, 11 heban li Kurskê, 7 heban li Kaluga, 5 heban li Tulayê, 3 heban li Belgorodê û 2 heban li devra Voronejê xistine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin