Rûsya bi 158 fuze û IHAyan êrîsê Ûkraynayê kir: 31 kustî, 120 birîndar hene

29 December 2023 23:11 0 dîtin
Rûsya bi 158 fuze û IHAyan êrîsê Ûkraynayê kir: 31 kustî, 120 birîndar hene

PeyamaKurd – Di êrîşên Rûsyayê yên ser Ûkraynayê de îro bi giştî 31 kes hatin kuştin. Jimara birîndaran gihaye 120 kesan. Li seranserê Ûkraynayê Rûsya îro bi 158 fuze û IHAyan êrîşê ser Ûkraynayê kiriye.

Êrîşên îro yên Rûsyayê ji bo ser Ûkraynayê li deverên Kiev, Lviv, Odesa, Dnipro, Harkov û Zaporijya hatine kirin. Ji destpêka şer heya niha yek ji êrîşên Rûsyayê yê herî mezin bû. Li ser êrîşan wezîrê karên derve yê Ûkraynayê Dmitro Kuleba got:

“Bi milyonan Ûkraynî bi dengên mezin yên teqînê hişyar bûn. Ez hêvî dikin ku van dengan li temamê dinyayê bên bihîstin. Dinya ji bo demekî dirêj destekê bide Ûkraynayê.”