Rûsya: Me li Ûkraynayê 359 sîstemên fuzeyên hewayî îmha kir

28 July 2022 21:39 0 dîtin
Rûsya: Me li Ûkraynayê 359 sîstemên fuzeyên hewayî îmha kir

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta bergiriyê yê Rûsyayê İgor Konaşenkov ragihand ku ji roja şerê Rûsya-Ûkrayna destpêkiriye heya îro Rûsya 359 sîstemên bergiriya hewayî yên Ûkraynayê îmha kiriye. Konaşenkov encama şerê Rûsyayê ya heya îro ku li Ûkraynayê rû daye weha ragihand:

“Artêşa Ûkraynayê zerarekî mezin dîtiye. Artêşa me li bajarê Artyomovskê ku tûxaya mekanîze ya 72 em ya Ûkraynayê li wir bicîhkiriye, me bi sîlihên hesas lê daye û di encamê de 70 leşker û 5 alavên zirxî ji holê rakiriye.

Li devera Hersonê tûxaya 60 em ya Ûkraynayê şiyanên şer wenda kiriye û di şer de 130 leşkerên Ûkraynayê ji nav biriye. Êrîşên me dewam dikin û di nav 24 sietên dawiyê de 9 navendên rêvebiriyê, 6 depoyên mûhîmmatan û sîstemekî S-300 yê parastina hewayî îmha kiriye. Me 3 dronên Ûkraynayê xistiye.

Heya niha bi giştî 260 balafirên Ûkraynayê, 145 helîkopter, 1625 dron, 359 sîtemên bergiriya hewayî, 4.172 tank û alavên zirxî, 764 roketavêjên pirlûle, 3.207 topên obus û hawanê, 4.515 alavên taybet yên leşkerî îmha kiriye.”