Rûsya li Ûkraynayê cara yekem fuzeyên hîpersonîk bikaranî
PeyamaKurd – Rûsya li Ûkraynayê cara yekem fuzeya hîpersonîk ya bi navê 'Kinzhal' ê bikaranî ku di zimanê Kurdmancî de tê vateya ‘xencer’ ê. Ev fuzeyên hîpersonîk cara yekem di sala 20217 an de ket nav envantera artêşa Rûsyayê. Fuze do hat bikaranîn û ev cûre fuze ji bo li hedefên binê erdê bixin tên bikaranîn.
Li Ûkraynayê ji ber hinek cebxane di bin erdê de ne, Rûsya do bi fuzeyên hîpersonîk ku ji aliyê balafirên Mig-31 an de hat bikaranîn li cebxanê xistin. Dikarin serikên nukleerî jî bi wan fuzeyan ve deynin û fuze dikare di sietê de 15.000 km bilez here. Bi van fuzeyan ji hewayê pê li hedefên erdê dixin.
Bi fuzeyan Rûsya li devera Deliatynê li depoya muhîmmatan xist ku dever dikeve nêzê ser sînorê Romanyayê ûji sînor tenê 30 km dûr e. Berdevkê wezareta bergiriyê ya Rûsyayê İgor Konaşenkov ragihand ku Rûsya bi van fuzeyan di derengê şevê de 69 leşkerên û cepilxaneyên Ûkraynayê ji nav biriye.
Li gor wezareta Rûsyayê; di nav tiştên îmha hatine kirin de 4 sîstemên parastina hewayî, 4 navendên rêvebiriya fermandariyê, 1 radareka ku hedefê tesbît dike, 3 roketavêjên pirlûle, 12 cepilxane û 43 sehayên ku alavên teknîkî lê ne, hatine îmhakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin