Letonya temamê sîstemên fuzeyên Stinger ên xwe dide Ûkraynayê
PeyamaKurd – Wezîra bergiriyê ya Letonyayê Inara Murniece ragihand ku wê temamê sîstemên fuzeyên Stinger, yên di destê wan de ye bidin Ûkraynayê. Murniece daxwuyaniya xwe li Almanya li baregeha hewayî ya Ramsteinê, di civîna grûba temasa parastina Ûkrayna de da. Murniece weha got:
“Ji bo em Stingeran zû bişînin, di destê me de çi derfet hebin em ê bikarbînin. Wê artêşa Letonyayê bê bergirî nemîne û wê malên Îsweçê yên sîstema bergiriya hewayî RBS-70, di destê me de bin û di xizmeta artêşa me de bin. Em ê perwerda leşkerên Ûkraynayê dewam bikin. Em ê du carî li jimara sala 2022an, perwerdê bidin Ûkraynayê.”
Letonya, piştî êrîşa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê di 23 ê sibata 2022an de, sîstemên bergiriya hewayî Stingeran dabû Ûkaynayê û piştî Stingeran helikopter, alavên bêmirov yên hewayî, sîlihên tanksawaran û gelek muhîmmat şandibû Ûkraynayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin