Putin: “Temamê kestiyên Amerîkayê yên Derya Sipî di menzîla fuzeyên me de ne”

19 October 2023 00:10 0 dîtin
Putin: “Temamê kestiyên Amerîkayê yên Derya Sipî di menzîla fuzeyên me de ne”

PeyamaKurd – Piştî Rûsyayê keştiyên xwe şand Derya Sipî da destekê bide Îsraîlê, serokê Rûsyayê Valdimir Putin Amerîkayê tehdîd kir û got:

“Ev ne tehdîde, tenê bibîr dixim. Temamê keştiyên Amerîkayê yên Derya Sipî di menzîla fuzeyên me de ne”

Serokê Rûsyayê Putin daxwuyaniya xwe li Çînê da û metna daxwuyaniya wî bi temamî weha ye:

“Keştiyên Amerîkayê yên balafiran yên li Derya Sipîne, di ber menzîla fuzeyên me yên Kinja hipersonîk yên li Derya Reş in. Ez vêya ne weke tehdîd lê weka agahiyekî dibêjim. Tenê bi bîra Amerîkayê dixim.”

Putin, ragihand ku ew fermanê daye hêzên deryayî û hewayî yên li Derya Reş da xebatên dewriyan dikin û weha got:

“Balafirên Mig-31 yên fuzeyên Kinjal hildigrin li Derya Reş dest bi dewriya xwe kirin.”

Li ser êrîşên Hamasê yên ser Îsraîlê Amerîka keştiya xwe ya bi navê USS Gerald R. Ford û ya bi navê USS Dwight D. Eisenhower şandibû Derya Sipî.

Fuzeyên Rûsyayê yên li Derya Reş yên serikê nukleerî yên wan hene, yên hipersonik aero-balistik ji hewayê bo bejayiyê tên avêtin, tê gotin ku mesafa wan ji 2 hezar km. yî zêdetirin.

Her weha baregeha hewayî ya Rûsyayê ya li bajarê Lazkiyê yê Sûriyê heye û gelek balafirên Rûsyayê li wê derê di amadekariyê de ne. Bajarê Lazkiyê li peravên Derya Sipî ye.