Îran, li Derya Hurmizê kestiyên Amerîkayê bi dronan disopîne

09 August 2024 23:09 0 dîtin
Îran, li Derya Hurmizê kestiyên Amerîkayê bi dronan disopîne

PeyamaKurd – Televîzyona dewletê ya Îranê hinek dîmenan belav kir ku Îran, keştiyên DYAyê li Derya Hurmizê bi dronan dişopîne û di nav wan keştiyan de, keştiya mezin ya DYAyê ya bi navê USS Theodore Roosevelt jî heye.

Di xeberê de hat gotin ku dîmen yên çend roj berêne, Îran dikare keştiyê bi fuzeyekî seyrê noqav bike û ji bo li keştiyên dinê jî bixe, her yek keştiyekî pêdiviya wê bi fuzeyekî seyrê heye.

Li ser kuştina serokê Hamasê li Tehranê li ser kuştina Îsmaîl Hanniye ya di 31 ê Tîrmehê de, herkes bendeye bê Îran dê kengê êrîşê Îsraîlê bike lê DYAyê hêzên xwe şand Kendava Basrayê û Derya Hurmizê.

Keştiya mezin ya DYAyê ya bi navê USS Theodore Roosevelt, xwe heya 10 km yan (6,5 mîl) nêzî peravên Îranê kiribû.