"Îran ji êrîsên li ser kestiyên Amerîkayê yên li Deryaya Sor berpirsyar e"
PeyamaKurd – Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Qesra Spî Jake Sullivan got, Îran berpirsyarê êrîşên li ser keştiyên bazirganiyê yên Hûsiyan li Deryaya Sor e.
Qesra Spî der barê êrîşa Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike yên li Yemenê li Behra Sor keştiya şer a Amerîkayê USS Carney û 2 keştiyên bazirganiyê yên li Yemenê pêk anîn de daxuyaniyek da.
Amerîkayê Îran berpirsê êrîşên bi moşek û balafirên bê mirov ên li ser keştiyên li Deryaya Sor dît.
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî Jake Sullivan di daxuyaniya xwe de eşkere kir, êrîşên dawiya hefteyê yên li ser keştiyên bazirganiyê yên li Deryaya Sor ji aliyê Hûsiyan ve hatine kirin, lê her sedemeke wan heye ku bawer bikin ku ev êrîş bi temamî ji aliyê Îranê ve hatine kirin.
"Êrîş li ser aştî û ewlekariya navneteweyî metirsî ye"
Sullivan destnîşan kir, ew di wê baweriyê de ne ku hemû keştiyên êrîşê bi Îsraîlê re hene û got, keştiya şer a USS Carney ya Hêza Deryayî ya Amerîkayê bersiva banga alîkariyê ya keştiyên bazirganiyê da û di vê pêvajoyê de 3 dron xistin xwarê.
Sullivan herwiha got, ev êrîş ji bo aştî û ewlehiya navneteweyî xeternak in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin