Hûsî êrîsên xwe yên ser kestiyên Amerîkayê dewam dikin
PeyamaKurd – Êrîşên Hûsiyan yên ser keştiyên Amerîkayê li Kendava Adenê û Derya Sor bi berfirehî dewam dikin. Hûsî vê carê jî bi fuzeyên deryayê û 37 heb dronan êrîş birin ser keştiyan. CENTCOMê ragihand ku wan 15 İHAyên an ku dronên Hûsiyan xistine.
Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Saree ragihand ku hêzên wan yên hewayî û deryayê di herêmê de êrîşê ser 2 keştiyên Amerîkayê kirine. Berdevk ragihand ku di êrîşa ewilî de bi fuzeyan êrîşê ser ketşiya barhilgir ya Amerîkayê ya bi navê Propel Fortune kirine. Di êrîşa duyem de bi 37 dronan êrîşê birine ser keştiyên şer yên Amerîkayê. Saree dibêje ku her dû êrîş jî bi serkeftin encam dane û wê êrîşên wan dewam bikin.
Fermandariya hêzên Navendê yên Amerîkayê (CENTCOM) jî ragihand ku Hûsiyan êrîşekî berfireh biriye ser wan û weha dewam dike:
“Hûsiyên bi desteka Îranê li gor seeta Yemenê seet 04.00-06.00an de li Derya Sor û Kendava Adenê êrîşekî berfireh anîn ser me. CENTCOM û hêzên koalîsyonê İHAyan tesbît kirin. Keştiyên me û balafirên me bi yên koalîsyonê ve 15 İHAyan xistin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin