Amerîkayê hêzeke zêde ya deryavaniyê sand Kendava Hurmizê
PeyamaKurd - Amerîkayê ji bo parastina ewlehiya Kendava Hurmizê ku gelek caran keştî rastî êrîşên Îranê tên, hêzeke zêde ya deryayî veguhest.
Berdevkê Hêza Pêncem a Deryavaniya Amerîkayê Tim Hawkinz, ji medya Fransayê re ragihandiye ku ji ber zêdebûna gefan bo destbiserdegirtina keştiyan li Kendava Hurmizê ji aliyê Îranê ve, Amerîkayê biryara zêdekirina hêzên Amerîkî li kendavê daye.
Fermandarê Amerîkî gotiye: “Deryavanên herêmê rûbirûyê gef û metirsiya destbiserdegirtina keştiyan dibin” û diyar kiriye: “Me bala xwe daye ser zêdekirin û amadebûna zêdetir a xwe li Kendava Hurmizê da ku ewlehiya wê dabîn bikin. Hêz û çekdarên me yên deryayî di navçeyê de perwedeya hewce dîtine û ji bo her cûre operasyonan amade ne.”
Li gorî daxuyaniyên Rêveberiya Joe Biden, di çend rojên dawî de Amerîkayê 3 hezar ji hêzên xwe digel keştiyên şerker ji bo Rojhilata Navîn û Kendava Hûrmizê şandiye û balafirên şerker ên Wartag A-10 û F16 li deverê bicih kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin