SANA: Amerîkayê hêzeke xwe ya li Sûriyê û Rojava sand Iraqê

18 January 2022 20:06 0 dîtin
SANA: Amerîkayê hêzeke xwe ya li Sûriyê û Rojava sand Iraqê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Amerîkayê hêzeke xwe ya li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ve veguhestiye nav Iraqê.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Rejîma Sûriyê SANAyê, artêşa Amerîkayê karwaneke leşkerî û tankerên neftê li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ve gihandiye Iraqê.

Hatiye diyarkirin ku karwana hêzên amerîkî ji 111 barhilgirên leşkerî û tankerên neftê pêk dihat ku bi rêya deriyê sînorê Welîd gihandine parêzgeha Nînowa ya Iraqê.