‘Amerîkayê hêzeke mezin ji ser Iraqê sandiye Rojavayê Kurdistanê’

08 June 2020 14:24 0 dîtin
‘Amerîkayê hêzeke mezin ji ser Iraqê sandiye Rojavayê Kurdistanê’

PeyamaKurd – Hat îdiakirin ku Amerîkayê hêzeke mezin a leşkerî ji ser Iraqê derbasî Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Li gorî îdiaya Ajansa fermî ya Sûriyê, SANAyê Amerîkayê hêzeke leşkerî ya mezin, ku li dergehê sînorî yê El Welîd li bajarokê Rutbe li parêzgeha Enbarê kom kiribû, derbasî Sûriyê kiriye.

Di nûçeyê de hatiye gotin, ew hêza han derbasî parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin, lê dema derbasbûna wê hêzê nehatiye eşkerekirin.