Gelo Iraqê hêzeke nû sandiye Kerkûkê? Vaye bersiv…

19 May 2019 19:04 0 dîtin
Gelo Iraqê hêzeke nû sandiye Kerkûkê? Vaye bersiv…

PeyamaKurd – Nûçeyên ku artêşa Iraqê hêzeke nû şandiye Kerkûkê û li şûna hêzên Pêşmerge yên beriya xiyaneta 16ê Cotmehê bicih kirine hatin belavkirin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Operasyonên Iraqê Yahya Resul, ew nûçeyên şandina hêzê bo Kerkûkê red kir û got, di hêzên iraqî yên li Baregeha Leşkerî ya Keywan 1 (K1) de ti guherînek çênebûye û ne hêzeke iraqî ne jî ya amerîkî bo Kerkûkê nehatiye şandin.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Pirdê Nurî Heme Elî jî li ser mijarê da xuyakirin, hêzeke nû bo Kerkûkê nehatiye veguhestin  û got, “Lê belê ji Kerkûkê bo Pirdê bi mebesta operasyonê hêz hatiye şandin û em hatin agahdarkirin.”

Baregeha K1ê piştî êrîşên DAIŞê yên bi ser Kerkûkê de ketibû jêr kontrola hêzên Pêşmerge û piştî xiyaneta 16ê Cotmehê ya radestkirina Kerkûkê jî hêzên Iraqê li wir bi cih bûbûn.