Rojava | Amerîkayê hêzeke din a leskerî sand Hesekê

07 March 2021 18:01 0 dîtin
Rojava | Amerîkayê hêzeke din a leskerî sand Hesekê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Amerîkayê hêzeke din a leşkerî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bicih dike.

Li gorî ragihandina ajansa fermî ya rejîma Sûriyê SANAyê, hêzêke Amerîkayê îro Yekşemê ji Hesekê re derbas bûye û ew hêza Amerîkayê ber bi gund û warên Hesekê ve hatiye şandin.

Li gorî nûçeyê ew hêza birine gund û warên Hesekê ji leşker û amûrên şer pêk dihat û 4 balafirên şer jî di nav de wê hêzê de hene.

Herwiha li gorî hin çavkaniyên din jî ew hêza Amerîkayê doh ji ser Iraqê ve çûye binkeyê leşkerî ya Şedadî ya Hesekê.