DYA hêzeke leskerî sand baregehên xwe yên li Rojava

22 December 2024 19:06 0 dîtin
DYA hêzeke leskerî sand baregehên xwe yên li Rojava

PeyamaKurd – Pentagonê hefteya borî ragihandibû ku hejmara leşkerên li Sûriyeyê ji 900î bûye 2 hezar.

Hate diyarkirin ku artêşa Amerîkayê hêzên teqwiye şandine baregeha xwe ya li bejahiya navçeya Rimêlan a girêdayî parêzgeha Hesekê ya Rojava. Piştî pêşhatên dawî, artêşa Amerîkayê hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê zêde kir û balafireke barhilgir ku personelên leşkerî û alavên lojîstîk hilgirtibûn şandin Iraqê.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), alavên leşkerî yên ku bi balafiran hatine şandin, ji deriyê sînorî yê El-Welîd bi zêdeyî 60 kamyonan ve bo baregehê hatine veguhestin.

Amerîka bi giştî 9 baregehên leşkerî li herêmên El-Tanf, Dêrezor û Hesekê li gundewarên rojhilatê Humsê diparêze. Ev baregeh roleke sereke di piştgirîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ku hevkarekî girîng di şerê li dijî DAIŞê de ye, dilîzin.