Tirkiyê hêzeke leskerî sand ser sînorê Rojava

12 May 2019 10:29 0 dîtin
Tirkiyê hêzeke leskerî sand ser sînorê Rojava

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê (TSK) hêzeke leşkerî ya ji yekîneyên komandoyan û wesayîtên zirxkirî pêk dihat veguhest ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî nûçeya medya tirk, karwaneke din a leşkerî ku ji yekîneyên komandoyan û wesayîtên zirxî pêk dihat ji ser Entab û Hatayê ve bo sînorê Sûriye-Rojavayê Kurdistanê hat şandin.

Hat ragihandin ku karwana leşkerî gihîştiye deriyê sînorî yê Oncupinar ê Kilîsê û mebest jî teqwîyekirina hêzên li Sûriyê yên artêşa Tirkiyê ye.