Artêsa Tirkiyê hêzeke mezin a leskerî sand derdora Idlibê

27 October 2021 15:26 0 dîtin
Artêsa Tirkiyê hêzeke mezin a leskerî sand derdora Idlibê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê nêzî 200 wesayîtên leşkerî doh 26ê Cotmehê ji ser dergeha Xirbet El-Coz a li rojavayê Idlibê derbasî Sûriyê kirin.

Li gorî zanyariyên çavkaniyên xwecihî ew hêz pêşî derbasî gundewarên rojavayê Idlibê bûn û piştre li çiyayê Zawiye bi cih bûn.

Hêjayî gotinê ye di çend rojên dawî de, li dorûbera Idlibê di navbera hêzên Sûriyê û çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê de şer û pevçûn dijwar bûne ku car caran hêzên Tirk û rejîmê jî hevdu hedef digirin.