Artêsa Tirkiyê li du parêzgehên Bakur dest bi operasyoneke leskerî kirin

12 November 2022 14:34 0 dîtin
Artêsa Tirkiyê li du parêzgehên Bakur dest bi operasyoneke leskerî kirin

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê li parêzgehên Agirî û Îdirê yên Bakurê Kurdistanê dest bi operasyoneke leşkerî kirin.

Li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro Şemiyê 12ê Mijdara 2022ê diyar kir, li parêzgehên Agirî û Îdirê dijî PKKê “Operasyona Payîz-Zivistan-12 a Eren Dorpêç” hatiye destpêkirin.

Herwiha Wezareta Navxwe eşkere dike, wê operasyon li parêzgehê ji aliyê Fermandariyên Cendirme yên Agirî û Îdirê ve bê birêvebirin û 1017 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando û cerdevan beşdar dibin.