Saziya Kesnasiyê ya Tirkiyê ji bo 5 parêzgehên Bakur hisyariya lehiyê da

17 April 2023 12:30 0 dîtin
Saziya Kesnasiyê ya Tirkiyê ji bo 5 parêzgehên Bakur hisyariya lehiyê da

PeyamaKurd – Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji bo 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 4 parêzgehên Tirkiyê hişyariya lehiyê da.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê îro derbarê parêzgehên Erzîngan, Erzerom, Qers, Erdexan û Sêwasê yên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Çanakkale, Edirne, Kirklareli û Tekirdagê yên Tirkiyê de hişyariya barana zêde da.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, wê li van 9 parêzgehan baraneke zêde bibare û divê dijî egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Herwiha li çend parêzgehan jî wê tevî baranê ba û bahoz jî rabin û dibe ku serbanên mal û dukanan û dar û ber zerar bibînin.