Saziya Kesnasiyê ya Tirkiyê hisyariya baran gur da
PeyamaKurd – Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê diyar kir, li Bîngol, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Şirnex, derdora Sêrtê û li hin navçeyên Diyarbekir û Batmanê wê barana gur bibare.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê rapora xwe ya rojane ya pêşbîniya hewayê eşkere kir.
Tê texmînkirin ku baran wê li herêmên derdora Çewlik, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Şirnex û Sêrtê, li bakur û rojhilatê Diyarbekirê û bakurê Batmanê jî li herêmê bi hêz be.
Herwiha hişyarî hat dayîn, divê li hemberî neyînîyên wekî lehî, birûsk, zîpik, befrên herêmî û bayên xurt baldar û hişyar bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin