Saziya Kesnasî a Tirkiyê hisyariya baranê û lehiyê da
PeyamaKurd – Saziya Keşnasî a Tirkiyê hişyariya baranê û lehiyê ji bo 9 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û li 21 parêzgehên Tirkiyê da.
Saziya Keşnasî a Tirkiyê diyar kir, îro Şemiyê 3ê Hezîrana 2023an li parêzgehên Amed, Dîlok, Sêrt, Riha, Mereş, Meletî, Qers, Îdir û Erzeromê wê baraneke zêde bibare hişyarî hatiye dayîn ku dijî egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên sitendin.
Li piraniya herêmên Tirkiyê jî wê hefteyekê baran bibare û li parêzgehên wek Burdur, Isparta, Antalya û Çanakkaleyê jî hişyariya lehiyê hatiye dayîn.
Tê pêşbînîkirin ku vê hefteyê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê pileya germê 2 heta 6 pileyan zêde bibe û li çend herêman jî ba û bahoz çêbibe. Herwiha tê pêşbînîkirin ku di meha Hezîranê de jî li seranserê Tirkiyê barîna baranê berdewam be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin