Saziya Kesnasî ya Tirkiyê ji bo 18 parêzgehan hisyariya ba û bahozê da
PeyamaKurd – Saziya Keşnasî ya Tirkiyê ji bo 18 parêzgehan hişyariya ba û bahozê da û diyar kir, wê li çend parêzgehan jî baran bibare û divê ji bo egera lehiyê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
Saziya Keşnasî ya Tirkiyê roja Înê 7ê Nîsana 2023an parêzgehên Diyarbekir, Mereş, Sêwaz, Erzerom, Agirî, Mûş, Bedlîs û Semsûr yên Bakurê Kurdistanê jî di nav de li seranserê Tirkiyê bo 18 parêzgehan hişyariya ba û bahozê da.
Herwiha Saziya Keşnasiyê da zanîn, li 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 10 parêzgehên Tirkiyê ku piraniya wan li herêma Trakyayê ne, wê ligel barîna baranê ba û bahoz jî hebe û divê welatî hişyar bin.
Hat ragihandin, bi taybet li parêzgehên Edene û Osmaniye egera lehiyê heye û divê tîmên pêwendidar li gor vê yekê tedbîran bistînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin