Saziya Kesnasiyê ya Tirkiyê hisyariya lehiyê da

22 April 2023 16:32 0 dîtin
Saziya Kesnasiyê ya Tirkiyê hisyariya lehiyê da

PeyamaKurd – Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê diyar kir, roja duyemîn a Cejna Remezanê li 11 parêzgehan baran dibare ku piraniya wan ên Bakurê Kurdistanê ne û divê li gor vê yekê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê di daxuyaniya xwe de da zanîn, roja Şemiyê 22ê Nîsana 2023an li seranserê Tirkiyê û li parêzgehên Mereş, Meletî, Diyarbekir, Dîlok, Riha, Sêrt, Erzerom, Îdir û Qers ên Bakurê Kurdistanê baran dibare û egera lehiyê heye.

Herwiha bi taybetî ji bo parêzgehên li herêma erdhejê hişyariya egera lehiyê hatiye dayîn ku piraniya xelkê wê derê di çadiran de dimînin.