Amerîka ji bo hemwelatiyên xwe yên li Tirkiyê hisyariya ewlehiyê da

18 November 2023 01:12 0 dîtin
Amerîka ji bo hemwelatiyên xwe yên li Tirkiyê hisyariya ewlehiyê da

PeyamaKurd – Balyozxana Ankara ya Amerîkayê ji bo hemwelatiyên xwe yên li Tirkiyê hişyariya ewlehiyê da. Di pey de konsulxaneyên Amerîkayê yên li Îzmîr Adanayê ji bo demkî ji bo ziyaretê hatin girtin.

Di hişyariyê de hat gotin ku çalakiyên bi wan Amerîkayê rexne dikin, boykotên malên marka yên Amerîkayê ku bi wan zerarê dane şîrketên Amerîkayê yên neyînî, dibe ku çalakiyên aştiyane wergerin çalakiyên tundiyê. Balyozxane weha dewam kir:

“Ji ber li Tirkiyê li hemberê Amerîkayê tevger zêde bûne, ji bo xebatkarên Amerîkayê yên li Tirkiyê, divê tevgerên ku ji bo xelkê vekirîne û tevgerên xwe daxînin asta herî kêm, cil û bergên ku logo an îşaretê Amerîkayê li ser wanin li xwe nekin, balê nekşînin ser netewa xwe û seredana balyozxana Adanayê nekin, di van mijaran de em hişyariyê didin hemwelatiyên xwe.”