Amerîka li hemberê operasyonên Tirkiyê yên li Iraqê û Sûriyê hemwelatiyên xwe hisyar kir

19 November 2022 01:08 0 dîtin
Amerîka li hemberê operasyonên Tirkiyê yên li Iraqê û Sûriyê hemwelatiyên xwe hisyar kir

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê ji ber îhtîmala operasyonên Tirkiyê yên ser Başûrê Kurdistanê û Sûriyê, hemwelatiyên xwe hişyar kir. Di daxwuyaniya wezaretê de hat gotin ku artêşa Tirkiyê wê di rojên pêşiya me de dikare li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê operasyonan bike, hemwelatiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê û Binxetê hişyar kir. Wezaret xwest ku hemwelatiyên Amerîkayê xwe ji ser sînoran dûr bigrin.

Malpera fermî ya serkonsuliya Amerîka ya li Bexdayê gotiye ku:

“Di raporên serkonsuliya Hewlêrê ya Amerîka de, piştrast kiriye ku wê di rojên pêşiya me de, artêşa Tirkiyê li bakûrê Iraqê û Sûriyê operasyonan bike.”

Wezaret, hem di daxwuyaniya xwe de gotiye ku bi sedema hemwelatiyên Amerîkayê hêjî di bin tehdîda terorê û şerê çekdarî de ne, bila seredana Iraqê û Sûriyê nekin.