Li ser operasyonên li Gare Amerîkayê daxwaz ji Tirkiyê kir rêz li serweriya Iraqê bigre

13 February 2021 15:30 0 dîtin
Li ser operasyonên li Gare Amerîkayê daxwaz ji Tirkiyê kir rêz li serweriya Iraqê bigre

PeyamaKurd – Derbarê operasyonên artêşa Tirkiyê yên li çiyayê Gare li dijî gerîllayên PKKê, Amerîka daxwazê ji Tirkiyê dike, da ku rêz li serweriya dewleta Iraq a federal bigre.

Li gor Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kir, ‘‘Em agahdarê raportên nûçeyên derbarê operasyonê ne.’’

Zanyariyên çapemeniyê didin zanîn, Wezareta Derve ya Amerîkayê destnîşan kiriye, her operasyoneke leşkerî nav axa Iraq a federal, pêwîst e rêz li serweriya wê dewletê bigire.

Çavkaniyekî nav PKKê jî ji kanala El-Erebiye re eşkere kiriye, di encama şerê çekdarên wan û artêşa Tirkiyê li çiyayê Gare, 30 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Herwiha li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragehandiye, di encama êrîşê de 50 binkeyên PKKê hatine wêrankirin û 33 çekdarên PKKê hatine kuştin, ku du kes ji wan rêveber in.