4 senatorên Amerîkayê daxwaza dûrxistina Tirkiyê bo çêkirina balafirên F35an kir
PeyamaKurd - Ji aliyê çar senatorên partiyên Komarî û Demokrat yê Amerîkayê, nameyek ji Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Mark Esper ra hat şandin û tê da daxwaza bi temamî dûrxistina Tirkiye ji pîşesaziya çêkirina balafirên F35 hate kirin.
Her 4 senatorên Amerîkî di nameya xwe ya ji Mark Esper ra şandin, nerazîbûn û dilgiraniyên xwe li hember siyasetên Serokomarê Tirkiyê nîşan dane û ragihandine, Kongreya Amerîkayê ji arasteya niha ya Tirkiyeya ku di bin serokatiya Recep Tayyip Erdogan da ye, dilgiran in.
Herdu senatorên Komarî James Lankford û Thom Tillis û du senatorên Demokrat Jeanne Shaheen Chris Van Hollen di nameya xwe da rexne li hikûmeta Amerîkayê kirine, ku ji bo ragirtina beşdariya Tirkiyê di bernameya çêkirina firokeyên F35 da xemsar bûye. Herwiha wan senatoran dilgiraniya xwe li hember sistiya wan rêkarên ku îdareya Trump ji bo bidawîkirina beşdariya Tirkiyê di projeya balafira F-35 de pêk anîne nîşan dane.
Wan senatoran herwiha dilgiraniya xwe li hember binpêkirinên Tirkiyê yên li Iraq û Suriyê û desteserkirina Amerîkiyên li Tirkiyê jî anîne ziman û diyar kirine: “Tevahiya wan reftarên Tirkiyê weke welatekê wisa nîşan didin ku Tirkiye bi awayekê bê berpirsyarî tevdigere û li gor endamtiya xwe di Hevpeymaniya NATOyê da, bi hevbeşî li gel welatên hevbeş kar nake.”
Lê berpirsekî Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ku nexwestiye navê wî were aşkerekirin, ji medyayên amerîkî re ragihandiye, rêkeftina wan a li gel Tirkiyê dê heta sala 2022 berdewam dibe, lewma ew dê berdewam bin li ser kirîna perçeyên firokeya F35 ji Tirkiyê.
Yek ji mijarên ku bûye sedema kûrbûna nakokiyên di navbera Amerîka û Tirkiyê da, kirîna sîstema berevaniya esmanî ya S-400 a Rûsî ji aliyê Enqerê ve ye.
Amerîka ji vê helwêsta Tirkiyê gelekî nerazî bibû û hinek dorpêç danîbû ser. Tirkiyê heta niha jî sîstema bergiriya moşekî S 400 aktîv nekiriye. Herwiha endamên din ên NATOyê jî li hember kirîna sîstema S-400 a Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve, nerazîbûn nîşan dabûn.
Tirkiyê di Tîrmeha sala borî da, ji Rusyayê sîstema moşekî ya balisîtk a S-400 wergirtibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin