Senatorên Amerîkayê bo Tirkiyê: Xwe rastkirin an dorpêç!
PeyamaKurd – Grûbekî ji senatorên Demokaratan yên Amerîkayê reşbelekekî bo senatoya Amerîkayê amade kirin û tê de gotin eger Tirkiye di warê mafên mirovan de xwe rast neke, divê dorpêçan deynin ser. Ji senatoran Edward Markey, Ron Wyden û Jeff Merklet reşbelekê roja înê ragihandin. Daxwazname 19 rûpele û tê de behsa derba 15 ê tîrmehê dike û dibêje di bin navê ‘hewla derbeyê ya 15 ê tîrmehê’ de hukumet bi 10 hezaran kesan xistine binçav û îhlala azadiya wan kiriye. Hinek ji reşbelekê wehaye:
“Em ê çavê xwe bidin ser wan kesên di hukumetê de ku ji kiryarên girtina fikir û siyasî berpirsin, yên rojnamevanan binçav dikin, yên serbestiya wan ya medya civakî asteng dikin, yên di qada navdewletî de kiryarên wan weka îhlalên mafên mirovan tên qebûlkirin.”
Di daxwaznamê tê xwestin ku wezareta karên derve destekê bide rêxistinên sîvîl yên dixwazin kesên siyasî bên berdan. Her weha dixwazin wê qanûna ku erkê dide hukumetê da malperên înternetê dikarin pê bigrin.
Behsa girtina parêzeran, dozgeran û dadgeran dike ku hukumet dikare wan bide girtin û divê di mijarê de peymanên navdewletî bên tetbîqkirin. Eger van tiştan nên sererastkirin, qanûna serokatiyê ya Magnitsky û qanûna Kaşıkçı divê li ser wan bê tetbîqkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin