Amerîkayê dorpêç danî ser hevkarên DAISê yên li Tirkiyê

18 May 2021 19:40 0 dîtin
Amerîkayê dorpêç danî ser hevkarên DAISê yên li Tirkiyê

PeyamaKurd – Wezareta Xezîneya Amerîkayê ragihand ku wan dorpêç daniye ser sê kesayet û kompaniyeke Tirkiyê ku hevkarî û alîkarîya rêxistina terorîst DAIŞê kirine.

Wezareta Xezîneya Amerîkayê biryara dorpêçan dema civîna 14an a koma têkoşîna dijî DAIŞê û hevpeymaniya dijî DAIŞê eşkere kir ku mebest jiholê rakirina jêderên DAIŞê ye.

Di biryara sepandina dorpêçan de hatiye diyarkirin ku di navbera salên 2019 û 2020an de ji Tirkiyê transfera pereyan bo Sûriyê ango ji bo DAIŞê hatiye kirin û hatiye eşkerekirin ku kesê bi navê Alaa Khanfurah ji ser Tirkiyê pere ji çekdarên DAIŞê re şandine.

Herwiha li ser kompaniya El Fay kesê bi navê Îdrîs Alî Avad el Fay jî dorpêç hatine sepandin ku bi heman tawana hevkariya ligel DAIŞê hatine tohmetbar kirin.

Di biryarê de hatiye gotin ku Îdrîs el Fay berê berpirsekî bilind ê El Qaîdê bûye û di nav DAIŞê de jî di astên bilind de berpirsiyarî wergirtiye.

Dîrektorê Dezgeha Kontrola Hebûnên Darayî yên Biyanî Andrea Gackî, derbarê sepandina wan dorpêçan de gotiye ku rêveberiya Serok Joe Biden, ji bo pêşîgirtina zindîbûna DAIŞê û hilweşandina torên wê yên fînasê bibiryar e ku bikeve tevgerê.