Çînê dorpêç danî ser 13 kompaniyên pîsesaziya berevaniya Amerîkayê

05 December 2024 20:02 0 dîtin
Çînê dorpêç danî ser 13 kompaniyên pîsesaziya berevaniya Amerîkayê

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Çînê ragihand ku wan bi hinceta firotan çekan bo Taywanê dorpêç daniye ser 13 kompaniyên pîşesaziya berevaniyê ya Amerîkayê û 6 rêveberên wan jî xistine lîsteya cezayan.

Di daxuyaniya wezareta Çînê de hatiye ragihandin ku 3 daxuyaniyên Amerîkayê prensîba Yek Çînê binpê kirine û Amerîka bi çalakiyên xwe yên nêzîkbûna Taywanê destwerdana karûbarên navxweya Çînê dike.

Hatiye diyarkirin ku Çînê biryara dorpêçan di çarçoveya Yasya Têkoşîna Dorpêçên Dijî Biyaniyan de wergirtiye û 13 kompaniyên pîşesaziya berevaniyê xistiye lîsteya cezayan.