Amerîka dorpêçan danî ser 58 sîrketên Çînê

04 June 2021 01:02 0 dîtin
Amerîka dorpêçan danî ser 58 sîrketên Çînê

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden bi sedema ‘tevlî îhlala mafên mirovan’ bûne, dorpêçên veberhênanê danî ser 58 şîrketên Çînê. Şîrketên dorpêçan daniye ser wan yên veberhênanên bergiriyê û çavdêriyê ne. Her 58 şîrket bi sedema ‘îhlala mafên mirovan’ li herêma otonom ya Sincan a Uygurê ya Çînê û Hong Kongê kirine, ketin nav lîsta dorpêçan.

Biden, biryarnamê nû îmze kir û di biryarnamê de weha hat gotin:

“Teknolojiya hildiberînin an teknolojiya pê çavdêriyê dikin, bo tepisandina misilmanên Sincanê û bo nehêlana aktîvîstên Hong Kongê bikartînin û ev tev hatine tesbîtkirin. Wê ev 58 şîrket nikaribin li Amerîkayê veberhênanê bikin.”

Koşka Sipî ragihand ku dê biryarname di 2 ê tebaxê de destpêbike û kengê bixwazin dikarin lîstê guncaw bikin.