Amerîkayê hisyariya sikandina dorpêçên ser Rûsyayê da Tirkiyê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Amerîkayê hişyarî daye ku Rûsya bi ser Tirkiyê de, hewl dide dorpêçên li ser hatine sepandin bişkîne.
Hat diyarkirin, Cîgirê Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Wally Adeyemo bi hemkarê xwe yê Tirk Yunus Elitaş re pêwendiyeke telefonî pêk aniye û nîgeraniyên derbarê şikandina dorpêçên ser Rûsyayê de aniye ziman.
Adeyemo, ji Elitaş re gotiye, ew ji hewldanên Rûsyayê yên ku bi ser Tirkiyî de dixwaze dorpêçên aborî yên zêdetirî 30 welatan li ser sepandine bişkîne, bi fikar in.
Wally Adeyemo, 22-24ê Hezîrana 2022yan jî serdana Tirkiyê kiribû û piştî wê serdanê jî ragihandibû, mijara hevdîtinan a sereke dorpêçên li ser Rûsyayê hatine sepandin in.
Hêjayî gotinê ye, piştî êrîşên Rûsyayê yên ser Ukraynayê Amerîka û welatên Ewropayê dorpêçên aborî li ser Rûsyayê sepandibûn ku wek endama NATOyê tenê Tirkiye beşdarî wan dorpêçan nebûye û pêwendiyên xwe yên baş bi Moskowê re didomîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin