Amerîkayê, dorpêçên nû yên li ser Rûsyayê ragihandin
PeyamaKurd-Rêveberiya Amerîkayê, biryar da ku dorpêçê deyne ser 8 Endamên Lijneya Rêveberiya Sberbankê, 27 Endamên Lijneya Rêveberiya Gazprombankê û 3 qenalên televîzyonê yên aîdî Rûsyayê.
Di civîna G7ê ya ku bi tevlîbûna Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelensky, bi awayê online hat kirin de biryarên nû yên ji bo dorpêça li ser Rûsyayê hatin dayîn. Li gorî daxuyaniya ku ji Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ve hat dayîn, kesayet û saziyên ku ji bo qabiliyeta şerê Rûsyayê girîng in, tevlî lîsteya dorpêçê hatine kirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezîra Xezîneyê ya Amerîkayê Janet Yellen ve hat dayîn de eşkere bû ku di nav van kesayet û saziyan de endamên herdu bankayan, bankayeke aîdê Dewleta Rûs û 10 saziyên pê ve girêdayî, hilberînerekî çekan a bi piştgiriya Dewleta Rûsyayê û 3 qenalên televîzyonê yên di bin kontrola Dewleta Rûsyayê, di nav lîsteya dorpêçê de cihê xwe girtin.
Li gorî daxuyaniyê, dê dorpêç li ser Bankaya Sanayiyê ya Moskowê ya aîdê Dewleta Rûs û 10 saziyên ser bi vê sanayiyê ve jî were danîn. Janet Yellen da zanîn ku dê gihîştina xizmetên teknolojiyê yên ku ji bo aboriya Rûsyayê wekî pêdivî ne jî werin kêmkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin