Li ser Îstîxbarata Amerîkayê, plansaziya nû ya Rûsyayê hat ragihandin

03 May 2022 16:32 0 dîtin
Li ser Îstîxbarata Amerîkayê, plansaziya nû ya Rûsyayê hat ragihandin

PeyamaKurd-Li gorî ragihandina Îstîxbarata Amerîkayê, ji bo ku Rûsya li Ukraynayê herêmên nû bike bin serweriya xwe, plansaziya referandûmên sexte dike.

Balyozê Mezin ê Rêxistina Hevkarî û Ewlehiya Ewropayê yê Amerîkayê Michael Carpenter, di bersivandina pirsên rojnamegeran de raporên pêbawer ên Îstîxbarata Amerîkayê destnîşan kir û got: “Rûsya ji bo li Ukraynayê 3 herêman bike bin serweriya xwe, amadekariyan dike.” Carpenter da zanîn ku dê Rûsya li wan herêman, referandûmên bi nîqaş pergal bike û ew ê van herêman bike bin rêveberiya Moskowê.

Carpenter bi berdewamî got ku dê Rûsya li van herêman rêberên ‘pêlîstok’ bi cih bike û ji bo Ukraynayê ji qadeke dorfireh kontrol bike, xebatan dimeşîne.